Avakirina komîta lêkolînê li bara cinayetên terorîstan li Heleba Sûriyê
Wezîrê dadweriyê yê Sûriyê li bara avakirina komîta dadweriyê ya taybet a lêkolînan li bara cinayetên terorîstan li parêzgeha Helebê li bakurê vî welatî agahî da.
Necm Hemd El-Ehmed wezîrê dadweriyê yê Sûriyê agihand ku ev wezaretxane belgeyeke 10 hezar rûpelî li bara cinayetên terorîstan amade kiriye û bi du zimanên inglîz û fransî wergerandiye.
El-Ehmed her wiha diyar kir: Dadweriya Sûriyê hin dadxwestên bibelge şandine dadgehên Sûriyê da ku li qonaxa din bo şopandin û mehkemekirina serkirdên terorîstan bişînin dadgehên navneteweyî.
Wezîrê dadweiyê yê Sûriyê her wiha diyar kir: Armanca din a wan xwestekan eva ye ku bi belge desthebûna hin welatan û rêxistinan li cinayetên terorîstan biselimîne.
Hêzên artêşa Sûriyê Kanûna 2016`an bajarê Helebê li bakurê Sûriyê tam ji lepên terorîstan derxistin.
Terorîstan li Helebê gelek cinayet kirin û piraniya xelkê sivîl ên sûrî îdam kirin û wek mertala însanî bi kar anîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)