ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Dengê Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê serketinek ji bo Îranê ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Dengê Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê, serketineke mezin ji bo gelê Îranê ye.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Islamî ya Îranê di hevdîtina digel hejmareke çalakên sîyasî got: Dengê Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê serketineke mezin a hiqûqî û sîyasî ye ku li gorî ihtimalê dewleta Amerîkayê dê xwe ji cihanîna wê vedize.

Rûhanî pêgirî kir: Bi her awayî, dengê Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê serketineke mezin ji bo gelê Îranê ye ku karîye li sazîyeke navnetewî, Amerîkayê neheq bide nasandin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Hejmarek dijminên herî bikîn ên Komara Islamî ya Îranê li Amerîkayê hatine ser desthilatê û desteya hikimdar a nû li Amerîkayê fikir dike ku dikare Komara Islamî ya Îranê bitewîne û hemî şîyana xwe di vê rêyê de xistîye dewrê.

Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê duh tevî erêkirina hêjatîya xwe ji bo şopandina doznameya Îranê li hemberî Amerîkayê, Waşîngton erkdar kir heta dema ku ev Dîwana biryara teqil dide, bisînorkirina karên mirovdostî û esmanî yên Îranê rake.

Piştî vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê û sepandina dubare ya boykotan ser gelê Îranê de, Têhranê dozek dijî Waşîngtonê li Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê vekir.

Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê piştî hilkolandina wê dozê, ser xêra Komara Islamî ya Îranê biryar da. Mike Pompeo Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê jî piştî vê biryara Dîwanê şeva buhurî ragihand ku Amerîka Peymana Dostîyê ya sala 1955`ê kutabûyî dizane.

Başa dön tuşu