Nûnerê Îranê li Rêxistina Netewên Yekgirtî: Terorîzm tu sînorekê nas nake
Nûnerê Îranê li Rêxistina Netewên Yekgirtî ragihand xebata dijî terorîzmê nabe heger ku welatek kiryarên yekalî cih bîne.
Xulamelî Xoşrû sefîr û nûnerê hertimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Netewên Yekgirtî li rûniştina niqaşa giştî ya Civata Giştî ya Konseya Ewlehiya vê saziyê li bara “Êrişa terorîsta ser binavahiyên sereke yên welatan“ bal kişande ser viya ku roja îro terorîzm xetereke cîhanî û dijî hemû welatan e û ragihand; helbet tu welatek heq tune bi mihana xebata dijî terorîstan kiryarên yekalî cih bîne û bi xwe bibe gefek din ji bo welatan.
Êrişên terorîstî ku ji du salan berî niha ve û ji rûdawa Charlie Hebdo`yê li Fransayê destpê bû û çend caran jî ev cure kiryarên terorîstî li vî welatî dubare bûn, salên sal e ku ev kiryarên terorîstî li dij gelên navçê û li rojavaya Asiyayê diqewimin û xelkê welatên wekî Efxanistan, Iraq û Sûriyê bicaran bûne qurbaniyê kiryarên terorîstî ku rojava hertim piştevaniyê dide van terorîstan.
Babeta ku roja îro bo gelê cîhanê eşkera bûye eva ye ku êdî hemû dizanin ku terorîzm ti hed û sînorekê nas nake.
Li piraniya kiryarên terorîstî ku roja îro li cîhanê diqewimin, yan xelkê bê guneh dibin qurbaniyên van cure kiryaran yan jî terorîst binavahiyên sereke yên welatan dikin hedefa êrişên xwe.
Mesela ku li vê navberê xetera wê gelektir bûye eva ye ku hin caran cinayetên terorîstan û kiryarên ku hin welatan dijî welatê ku ketiye ber xetera terorîzmê dikin, bi hev ra têkel dibe û roja îro ev mesela hema li navçê zêde dibe û welatê ku xelkê wî li halê şerê dijî terorîzmê ye, dikeve ber hedefa êrişa welatekî din ku eva bi rastî jî cinayeteke mezin e.
Mînaka van cure cinyetan mirov dikare li Yemenê bibîne, li halê ku xelkê Yemenê li şerê dijî terorîstan da ne, Erebistan bona pêşbirina hedef û armancên xwe êrişî ser xelkê Yemenê dike, yan li halê ku xelkê Exfanixtanê li şerê dijî terorîstan da ne, firokên şerî yên Amerîka êrişî ser xelkê bê gune yê vî welatî dike.
Ev rûdawên wiha bibaşî nîşan dide ku di ser navê xebata dijî terorîzmê li cîhanê de hin siyasetên veşartî ji aliyê hin welatên hêzxurt têne domandinê û mirov dikare bêje rast e ku li Iraq, Sûriye yan Efxanistanê grûpên terorîstî yên wekî DAIŞ`ê û Taliban û Bukûheram bi kiryarên xwe yên cinayetkarane xelkê sivîl dikin qurbanî lê ev cinayetane jî wekî wan cinayetên Erebistanê derheq xelkê Yemenê yan cinayetên Amerîka li nav axa Efxanistanê ye û her du kiryar jî terorîstî ne.
Mînaka herî eşkera ji van kiryarên terorîstî, cinayetên Rejîma Siyonîstî derheq gelê Filistînê ye, bi curekê ku eskerên Rejîma Siyonîstî dixebitin ku gelê Filistînê ji binavahî û derhata siruştî ku li erdê wan heye bê par bikin.
Helbet li Yemenê jî rûdaweke tal wekî bûyerên li Filistînê diqewimen dikeve ber çavan û ji ber êrişa hewayî ya Erebistanê ser binavahiyên sereke li Yemenê, gelek ji van binavahiyan jinav çûne yan jî xisarên zav dîtine.
Bi her hal niha pirs eva ye ku civata cîhanî çawan dikare li hemberî terorîstan raweste, helbet vê pirsê bersiveke xwe ya mentiqî jî heye û ew jî eva ye ku pêwîste hemû welatên cîhanê viyan û îradeyeke hevpar bona jinavbirina terorîstan hebin.
Ji aliyê din ve mirov dikare bêje roja îro welatên cîhanê kirîzên zav hene û bona jinavbirina terorîstan pêwîst e hemû welat neyariyên xwe dayînin qiraxê û alîkariya hevdu bikin û dest ji dayîna alîkariyên abûrî, çek û sîlahî û însanî bo terorîstan berden,lê karê ku Amerîka, Erebistan û hindek ji welatên din ên navçê li çarçêva siyasetên Rejîma Siyonîstî dikin, riya jinavbirina terorîstan nîne belkî ewna alîkariya terorîstan dikin.
Bo nimûne her roj hinek belge eşkera dibin ku nîşan dide Erebistan piştevaniyê dide grûpên terorîstî.
Helbet eger hin welatan haje vê xetera terorîstan nebin û bi micidî li hemberî terorîstan nesekinin, eva dê derbê li ewlehiya hemû civata cîhanî têxe.
Mixabin birek ji welatan ser navê hevalbendiya navnetewî ya dijî terorîstan li dewsa ku bi rastî li hemberî terorîstan bisekinin, piştevaniya wan dikin ku helbet gelên navçê û cîhanê bibaşî haje van cure siyasetên hindek ji welatan hene û ew ê encama van siyasetên xwe yên şaş bibînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)