ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Terorîstzanîna Sipahê tu qazancek ji bo Amerîkayê tune

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Kiryara hêtimalî ya Amerîka ku dixwaze navê Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî têxe nav lîsteya grûpên terorîstî,tu qazancek ji bo vî welatî tune.

Muhemmed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li kêlega rêûrisma bîranîna şehîdên wezareta karên derve gote nûçegihanan; Ev pilana li halekê li nav Amerîkayê ketiye rojevê ku hemû cîhan jî dizanin ku Sipah li şerê dijî terorîstan û bitaybet terorîstên tekfîrî yên DAIŞ û Cibhet ul Nusreh çi alîkariyek daye welatên navçê.

Zerîf destnîşan kir; Ev pilana pênaseya veşartî ya kesên piştevanê vê plane bibaşî nîşan dide û bê şik helahelayên wiha tu desthatek tunene û bêbandor in.

Li gorî rapora bingehên agehdar ji ber hişyarîdayîna saziyên ewlehiyê yên nav Amerîkayê, karbidestên Koşka Sipî ji pilana xwe ya terorîstnasandina Sipahê paşda kişyan.

Wezîrê karên derve yê Îranê li bara rapora duh ya Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Atomê (IAEA) li bara viya ku Têhranê gor rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1`ê da soz û qirarên xwe cih aniye jî got: Îranê hema ji roja ewilê ya rêketina navokî soz û qirarên xwe cih aniye û her çend Amerîkayê heta niha berbend li ser riya cihanîna vê rêketinê çê kiriye lê hinek ji soz û qiraran ji wan îbtalbûna boykotên niftî, teranzît û karûbarên bankî cih hatine.

Zerîf bal kişande ser viya ku dewama aloziyên navçê ser zerera hemû welatên navçê ye got: Bona jinavbirina terorîzm û fanatîsmê pêwîst e hemû welatên Rojhilata Navînê alîkariya hevdu bikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand ku navça Rojhilata Navînê tu zorbêjiyek û siyaseteke serdestxwazîyê qebûl nake ji ber ku siyaseta welatên hêzxurt û desthilatxwaz tu qazncek xîncî şer û kuştina xelkê navçê tune.

Zerîf herwisa bal kişande ser hevkariya welatên Îran, Rûsiya û Tirkiyê bona dewama agirbesa nav Sûriyê û got: Pêwîst e hemû welatên navçê haje xêr û qazanca hevkariyên wiha hebin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu