Îranê mudaxileyên Amerîkayê şermezar kir
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê daxûyaniya destwerdanxwaziyê ya vê dawiyê ya Amerîkayê li dijî Îranê bixerez, bişik, nedicih û karek bi armancên siyasî yên taybet zanî.
Behram Qasimî bertdevkê wezareta karên derve ya Îranê tevî şermezarkirina daxûyaniya roja sêşemiyê ya wezareta karên derve ya Amerîkayê ku xwestiye serokên komploya sala 1388`an a koça tavî ( sala 2009`an) werin azadkirin, got: Komara Îslamî ya Îranê bi ti awayî daxûyaniyên destwerdanxwaziyê yên Amerîkayê napejirîne.
Qasimî destnîşan kir: Dewlet û gelê Îranê tecrubeyek gellek tal ji destwerdanên bi axaftinê yên bêçine û gav û bêgav ên rayedarên amerîkî li karên xwe yên navxweyî hene.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê hertim bi sozdariya li ser sozên navneteweyî yên xwe, cihanîna xalên qanûna bingehîn a Îranê ji bo berçavgirtina mafên hemwelatîbûnê wek mijarên xwe yên sereke zaniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)