Lîsta Grûpên terorîstî ji meselên nezelal ên siyasî li nav Sûriyê ye
پێڕستی گرووپه ڕهشهکوژهکان، له پرس وبابهته تهماوییهکانی ڕهوتی سیاسین لهسووریا
Cîgirê erebî û afrîqayî yê wezareta karên derve ya Îranê ragihand ku lîsta grûpên terorîstî ji meselên nezelal li gotûbêjên siyasî li nav Sûriyê ye.
Li gorî rapora roja IRIB News’ê, Husêyn Emîrevdillahiyan cîgirê erebî û afrîqayî yê wezîrê karên derve yê Îranê li bara navê lîsta grûpên terorîstî li Sûriyê got: Rêxistina Netewên Yekgirtî hema li xebatên xwe li ser vê yekê disekine ku tenê ev grûpên siyasî ku baweriya wan bi çareserbûna kirîza Sûriyê ji riya dîplomatîk gere ku were çareser kirin li gotûbêjan pişkdariyê bikin.
Husêyn Emîrevdillahiyan destnîşan kir her çend li ser vê siyasetê Rêxistina Netewên Yekgirtî gelekî xebitî lê grûpên terorîstî xebitîn pê rûveteke nû bikevin nav vê prosa gotûbêja siyasî bona çareserkirina kirîza Sûriyê.
Emîrevdillahiyan herwisa îro ragihandibû ku Rewşa hestiyar a niha ya navçeya Rojhilata Navînê û hinek ji deverên Ewropayê û qeyrana awaretî û koçberiyê, encama siytaset û kiryarên şaş ên hinek ji welatan di warê bikaranîna têrorîsmê wek darê destan da ye.
Emîrevdillahiyan her viha lawazkirina dewletan û parvekirina welatên navçeyê, stratijiya Rêjîma Siyonîst da zanîn û li ser rêzgirtina li serweriya neteweyî, yekparçetiya welatên navçeyê pêgirî kir.
Nûnerê taybet ê sêkrêtêrê giştî yê NY li karên Sûriyê, Stifan Dî Mîstûra roja şemiyê, 9`ê Nîsana 2016`an, ragihand ku dema birêxistina gotûbêjên aştiya Sûriyê 13`ê Nîsanê ye.
Gotûbêjên vê dawiyê yên aştiya Sûriyê du hefteyan berî niha bêyî ti pêşketineke berbiçav ji bo bidestxistina rêçareya siyasî, bi dawî hatin.
یاریدهری وهزیری دهرهوهی ئێران بۆ کاروباری عهرهبی وئهفریقایی ، وتی: پێڕستی گرووپه تیرۆریستییهکان له پرس و بابهته تهماوییهکانی دانوستان و وتووێژهکان و ڕهوتی سیاسیی سووریایه.
حوسێن ئهمیر عهبدوڵاهیان، یاریدهری وهزیری دهرهوهی ئێران بۆ کاروباری عهرهبی وئهفریقایی، ڕۆژی سێ شهممه له وتووێژ لهگهڵ ههواڵدهریی سهداوسیما لهبارهی ئامادهبوونی گرووپه ڕهشهکوژهکان له دانوستانهکانی ژنێڤدا وتی: ههوڵدانی ڕێکخراوی نهتهوهکان لهو ئاراستهدا ئهوه بوو که تهنیا گرووپ ولایهنه سیاسییهکان بڕوایان به چارهسهریی سیاسیی قهیرانی سووریا ههیه له دانوستانهکاندا.
ئهمیرعهبدوڵاهیان وتی: سهرباری ههوڵی ڕێکخراوی نهتهوهکان، ههندێ تاقم ولایهنی ڕهشهکوژ تێکۆشان به دهمامک و سیمایهکی نوێ، بهشداری وتووێژهکان ببن.
خولی نوێی دانوستانهکانی ئاشتیی سووریا، سبهی13ی ئاڤریل له ژنێڤی سوئیس دهس پێ دهکرێ و ستێفان دی میستورا نوێنهری تایبهتی ڕێکخراوی نهتهوهکان بۆ کاروباری سووریا له چهند ڕۆژی ڕابردوودا له گهشته ناوچهییهکهی ، خهریکی ڕاوێژ و پێوشوێن گرتنی دوا هاواههنگییهکان لهبارهی دانوستانهکانی ئاشتی سووریایه.
نوێنهری تایبهتی ڕێکخراوی نهتهوهکان بۆ کاروباری سووریا ههر لهو ئاراستهدا ئهمڕۆ گهیشته تاران و بڕیاره، لهگهڵ یاریدهری وهزیری دهرهوهی ئێران لهمهڕ دانوستانهکانی ئاشتی و ڕهوتی ئاگربڕ له سووریا ڕاوێژ بکات. (BANGÊ ÎSLÂMİ)