CîhanÎranMisrNûçeRojhilatanavin

Îranê opêrasyona têrorîstî ya li Misrê şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê opêrasyona têrorîstî ya ku di encamê da çend geştyarên bîyanî (vîtnamî) li Misrê hatin kuştinê û birîndarkirinê, şermezar kir.

Li gorî rapora Dayra Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Berdevkê Wezareta Karên Derve Behram Qasimî îro êrişa ser jin û mêrên bê guneh ku ji bo gerr û seyranê diçin welatên dinyayê karekî kirêt û rezîl bi nav kir û xwe şirîkê xem û kesera dewlet û gelê Vîtnamê û malbatên gorîyên vê cinayetê zanî.

Di encama teqîna bombekê li ser rêya otobuseke hilgirê geştyarên bîyanî li nêzîkî Qahireya paytexta Misrê da, 2 kes hatin kuştinê û 12 kes jî birîndar bûn.

Ew teqîna duh danê êvarê li devera kevnare û dîrokî ya Ahram a Misrê qewimî.

Hê hîç kes an komekê berpirsîya wê teqînê nedaye ustîyê xwe.

Başa dön tuşu