IraqNûçeRojhilatanavin

Selîm el-Cuburî:”Projeyên bi armanca perçekirina Iraqê tên amadekirin, bi tu awayî nayên qebûlkirin”

Serokê Meclisa Nûnerên Iraqê Selîm el-Cuburî der heqê biryara yekalî ya “referanduma serxwebûnê” ya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de got: “Projeyên bi armanca perçekirina Iraqê tên amadekirin, bi tu awayî nayên qebûlkirin.”

Cuburî di civîna çapemeniyê ya li Bexdayê li dar xist de, bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên di meha îlonê de bên kirin û wiha axivî: “Vê gavê ne mimkun e hilbijartin di tarîxa diyarkirî de bên kirin. Lê belê hilbijartinên giştî wê di nîsana 2018an de bên kirin.”

Cuburî got ku di nav daxwazên wan ên sereke de, vegera penaberên ji ber êrîşên DEAŞa rêxistina teroê malên xwe terikandin û di kampan de dimînin heye.

Cuburî destnîşan kir ku komên milîs ên çekdar nahêlin ev kesên di kampan de vegerin malên xwe û wiha dewam kir: “Hin kes ji penaberan daxwaza fidyeyê dikin, ji bo vegerê pêşiyê li wan digirin.”

Cuburî li ser pirsa der barê biryara “referanduma serxwebûnê” ya HKIyê de got: “Hem li hemberî daxwaza referandumê ya tu wîlayetê nasekinin, lê divê ev li gor zagona bingehîn were kirin. Projeyên bi armanca perçekirina Iraqê tên amadekirin, bi tu awayî nayên qebûlkirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu