ÎranNûçeRojhilatanavin

Ebulfezl Şikarçî: Medyakar dikarin bi nîşandayîna rabuhuriya reş û rezîl a Emerîkayê li muzakirên navneteweyî, komploya dijmin bêencam bikin

Ebulfezl Şikarçî, Berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ên Îranê roja Pêncşemiyê li Qumê li başûrê Îranê diyar kir: “Îran ne tenê ji welatên navçê re gef nayê hesabê, belkî ewlehiya wê misoger dike û tim istûxar û belengazên  cîhanê li hember zordaran parastiye“.

Serdar Şikarçî bal kişand ser vê yekê ku  îqtidara Îranê ji bo sedestî û destdirêjiyê nîne û got: “Dijmin bi amûra medyayê, rastiyan berûvajî nîşan didin û Îranê bi mudaxila li welatên  din tawanbar dikin di halekî de ku hemî camêrên cîhanê ji destê mudaxilên wan di bin zextan da ne“.

Berdevkê pilebilind ê hêzên çekdar ên Îranê destnîşan kir: “Di rewşa  hestyar, nûçegîhan divê şiroveyeke  rast li bara buyerên  navçê û cîhanê biweşînin û cîhana Îslamê ji lepên dijminan rizgar bikin“.

Serdar Şikarçî her wiha li bara  helwêsta  vê dawiyê ya serokkomarê Emerîkayê li bara  muzakira  bêyî şert  bi Îranê re got: “Armanca vî karê Donald Trump pêkanîna  bêtifaqiyê navbera gel û  hakimiyeta Îranê ye, lê medyakar dikarin bi nîşandayîna rabuhuriya reş û rezîl a Emerîkayê li muzakirên navneteweyî, komploya dijmin bêencam bikin“.

Başa dön tuşu