Civîna awarte ya Ebadî tev fermandarên ewlehiya Bexdayê
Piştî teqînên vê dawiyê yên nav Bexdayê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê, civîneke awarte tev fermandarên ewlehî û eskerî yên vî welatî bi rê xist.
Nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li daxûyaniyekê ku duh pêncşemê belav kir ragihand, Li civîna awarte ya Ebadî tev fermandarên hêzên ewlehiyê û hêzên eskerî yên vî welatî li navenda fermandariya operasiyona Bexdayê , li ser çawaniya dabînkirina ewlehiya bajarê Bexdayê û parastina xelkê li hemberî kiryarên terorîstî û li ser agahiyên ber dest yên li bara peydakirina navendên terorîstan hate axivtin.
Herwisa li vê civînê li ser teybîrên pêwîst bona dabînkirina ewlehiya xelkê Bexdayê û girtina pîşiya istifadên nerewa yên terorîstan ji valahiya muhtemel a ewlehiyê li nav vî bajarî û girtina van kesên ku terorîstên DAIŞ`ê ewna xapandine û kirine darê destê xwe jî hate axivtin.
Li encama teqîna terorîstî li Bexdayê, paytexta Iraqê, herîkêm 45 kes hatine kuştin û 49 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora Fars Newsê, trimbêleke bombekirî berêvariya pênşemiyê li navça El-Beyaê li başûrê Bexdayê teqî ku li encama wê bi dehan kesên sivîl ên iraqî jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)