Rêxistîya Çavdêra Mafên Mirovan, jinên iraqî goriyên destdirêjiya zayendî ya grûpa terorîst a DAIŞ`ê dan zanîn.
Rêxistîya Çavdêra Mafên Mirovan îro ragihand terorîstên DAIŞê ku pêştir destdirêjiya wan ser jinên êzdî bi belge hatibû selimandinê xêncî van jinan, destdirêjiyê ser jinên ereb ên sunne jî dikin.
Rêxistîya Çavdêra Mafên Mirovan herwiha li raporekê mijarên girtinên ji serê xwe, lêxistin, zewaca bi zorê û destdirêjiya zayendî ji aliyê terorîstên DAIŞê ser jinên sunne yên revyayî ji bajarê Huweycê li parêzgeha Kerkûkê ku tim di kontrola DAIŞê de ne, hilêxistiye.
Li gorî vê raporê, destdirêjiya zayendî ya endamên DAIŞ`ê ser jinan ewqas nehatiye hilkolandin û ser hewldana zêdetir jibo jinavbirina dilgiraniya goriyên ku nikarin şikata xwe hilêxinîn, sekinî.
Lana Fakiye, alîkara Rojhilata navîn liRêxistîya Çavdêra Mafên Mirovan jî bal kişand ser lêzanînên kêm li bara destdirêjiyên zayendî yên DAIŞÊ ser jinên ereb ên sunne ku di navçên di bin kontrola DAIŞê de jiyan dikin, li bara piştgiriyên zêdetir ên civaka navneteweyî û rayedarên xwecî ji van goriyan hêvîdariay wxe ad diyarkirin.
Pêştir kanala 1 a televîzyona Almanyayê, ARD`yê li raporekê ragihand: Jinên êzdî ku ji aliyê DAIŞ`ê ve tên girtin li bazarên Tirkiyê tên firotinê.
Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê sala 2014`an piştî dagirkirina Mûsilê, bi hezaran kes ji jinên êzdî revandin û bi sedan kes ji wan wekî hêsîrên cengê li bazara kolefiroşan a Mûsil, Felûcê û heta Sûriyê firotin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)