ÎranNûçeRojhilatanavin

Ewlehiya nav Erebistanê û welatên derûdora Kendava Farsê daxwaza Komara Islamî ya Îranê ye

Muhemed Cewad Zerîf duh çarşemê bal kişande ser nêhrîna steratijîke Îranê ser hewcetî û hevgirtina welatên navçê û destnîşan kir; Li navçeyekî ne êmin Îran jî êmin nabe.

Zerîf bal kişande ser viya ku hema ji destpêka şerê nav Yemenê, Îranê daxwaza rawestandina vî şerî kir ragihand; Komara îslamî ya Îranê hemû hêza xwe bona kutahîdana kirîza nav Yemenê bikar digre lê hindek ji welatên navçê yên wekî Erebistanê xêra xwe li van aloziyên nav welatên navçê dibînin.

Zerîf ragihand ku hindek ji welatên navçê li çend salên bihurî bi dû dosiyeçêkirina li bara bernama navokî ya aşitîxwzaneye Îranê bûn û niha jî ku ev siyaseta wan rastî işkestê hate bi dû viyane ku siyasetên gelek xirabe xwe yên alîkarî dayîna bi grûpên fanatîk û ne êminkirina welatên navçê vedişêrin.

Wezîrê karûbarên derve yê Îranê destnîşan kir; Niha rêketina navokî hatiye ragihandin û siyasetên van welatan yên şaş dijî Îranê eşkera bûn, loma niha ev welatana bi dû viyane ku van siyasetên xwe yên şaş dijî Îranê bi curekî din bidomînin.

Zerîf destnîşan kir; Eger Erebistan ji ber her hegerekî navxweyî, navçeyî û cîhanî bona jinavbirina kirîzên navçê pêngavan raneke, her çiqas ku Komara îslamî ya Îranê li vê barê bixebite dîsa jî bê tesîre.

Wî bal kişande ser viya ku qudreta Îranê dibe sebeba ewlehiya navçê û got: Her wextekê ku welatekî cînar ketiye ber xetera reftarên fanatîk Komara îslamî ya Îranê bêyî berçavgirtina eşîre, ziman û mezhebê alîkarî daye vî welatî.

Zerîf li dawîyê got: Îran ji ewil welatan bû ku êrişa Iraqê ser Kuwêyîtê mehkûm kir û ewil welat bû ku alîkarî daye xelkê Iraqê li hemberî terorîstan, herwisa ragihand ku Îran ewil welat bû ku li şeva darbeya leşkerî ya 15 tîrmeha sala 2016 çûye alîkariya Tirkiyê û bê şik Îran neyarê zolm, darbe û reftarên fanatîk e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu