ÎranNûçeRojhilatanavin

Rola Wezareta Karên Derve ya Îranê li hêsankirina peywendîyên aborîya derve

Wezareta Karên Derve ya Îranê li rpaorekê ragihand: Rola vê wezaretxanê li warê aborîyê pirranî pêkanîna zemîne û bingehê û hêsankarîya li peywendîyên aborîya derve bûye.

Wezareta Karên Derve ya Îranê îro li bara pêngavên aborîyê yên vê wezaretxanê raporek weşand û dîyar kir: Wezareta Karên Derve ya Îranê bi nasandina potansîyelan û danîna peywendîyê di navbera sazî û çalakên aborîya Îranê û alîyên bîyanî, berpirsîya xwe li serêxwegirtina armancên sêalî“ geşatîya aborî“, “kêmkirina zîyanên aborîyê“ û “ jordabirina potansîyela aborîya netewî“ cih tîne.

Wezareta Karên Derve ya Îranê planên curbicur di warê rakirina astengîyên ser rêya peywendîyên aborîyê, alîkarîya jibo sazî û şîrketên îranî jibo ku bikaribin darayîyên bilokebûyî ji wan derhatên niftê û kelûpelên neniftî bidest bixin, rakirina astengîyên ser rêya tranzîta navnetewî, imkana çalakîya li bazarên welatên hatine kifşkirinê û şopandina hevkarîyên herêmî û navnetewî cih anîn.

Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha dîyar kir: Dayreyên navendî û nêzî 140 nuneratîyên vê wezaretxanê li derveyî welêt, sîyasetên aborîyê û piştgirîya ji sazî û çalakên aborîyê yên beşên dewletî û sivîl dişopînin.

Wezareta Karên Derve ya Îranê li dawîyê ragihand: Bi armanca jordabirina potansîyela kargêrîyê ya vê wezaretxanê, plankarîya şebekeya têkilî û lêzanînên aborîyê di navbera Wezareta Karên Derve ya Îranê û nuneratîyên derveyî welêt, dezgehên aborîyê yên dewletê û şîrketên beşa taybet û çalakîyên aborîyê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu