ErebîstanEwropaNûçeRojhilatanavin

Nebûna “Mihemed Bin Selman” derkete rojeva mêdyayan

Nebûna demdirêj a “Mihemed Bin Selman”, Welîehdê Erebistanê li mêdya û raya giştî li pey bûyera gullereşandinê li Koşka paşatiya vî welatî li bajarê Riyzê hin gotegot û dengo li nav gelê Erebistanê li bara rewşa wî pêk anîne.

Li gorî rapora Fars Newsê, nebûna “Mihemed Bin Selman” piştî bûyera gullereşandinê li nêzikî koşka paşatiya siûdî li navçeya El Xezamiya bajarê Riyazê di şeva 21ê Nîsanê da dest pê bû. Derdem piştî vê bûyerê hin mêdyayan qala hitmala darbeya hejmareka paşazadeyên siûdî û hewildana wan ji bo têrorkirina “Mihemed Bin Selman” kirin.

Polîsê Riyazê di şeva bûyerê da tevî piştrastkirina nûçeya gullereşandinê li derdora koşka siûdî hegera wê derbasbûna firokeyeka bêfirokevan a pêlîstok bo qada hewayî ya Koşka paşatiyê da zanîn. Lê weşandina hin dîmenên vê bûyerê tiştek ji billî îdiaya polîsê Riyazê nîşan da.

Muctehid çalakê Twitterê û aşkirakerê nihêniyên navxweyî yên Alê Siûd nivîsî: Armanca êrîşê “Mihemed Bin Selman” bixwe bûye û heft kes ji aliyên pevçûnê li vê bûyerê hatin kuştin.

Piştî vê bûyerê Welîehdê Erebistanê, “Mihemed Bin Selman” hema bêje derneketiye mêdyayan û tu agahiyek ji çarenûsa wî tune û heta dema sefera vê dawiyê ya Mayk Pompêo, wezîrê karên derve yê Amerîkayê, bo Erebiostana Siûdî jî ew li nav mêdyayan nehat xûyanê.

Rojnameya Kêyhanê ya çapa Têhranê li vî warî da nivîsî: Sêrvîseka istixbaratî li rapora xwe ya nihênî ragihandiye ku li pevçûnên 21ê Nîsanê herîkêm du gulle li “Mihemed Bin Selman” ketine û heta renge ew hatibe kuştinê jî.

Başa dön tuşu