IraqNûçeRojhilatanavin
Li Mûsilê êrişa xwekujî: Jin û zarok jî di nav de 16 kuştî û 14 birîndar
Li gorî zanyariyên berdest, li taxa Raas Al Cade ya bajarê Mûsilê xwekujê rêxistina terorîst a DAIŞî di nava sivîlan de wesayîta bombebarkirî teqand. Di encama teqînê de 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 14 sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên leşkerî û tîmên tendirustî yên Iraqê birîndar gihandin nexweşxaneyan û li gorî agahiyên destpêkê di nava kuştiyan de jin û zarok jî hene. Dermankirina birîndaran li nexweşxaneyên herêmê dewaam dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)