ÎranNûçeRojhilatanavin

General Hatemî: Hevkarîyên Îran û Pakistanê di warê berevanîyê de di çarçova ewlehîya herêmê de tên berfirekirin

Wezîrê berevanîyê yê Îranê li gotûbêja teelfonî ya digel wezîrê berevanîya Pakistanê bal kişand ser potansîyelên her du welatan ên warên aborî, ticarî û berevanîyê û pêgirî kir: Bikaranîna van potansîyelana dê alîkarîyê bide xurtkirina aştî û istiqrara herêmê.

General Hatemî îro li gotûbêja telefonî ya digel Pervîzxan Xettak wezîrê berevanîyê yê Pakistanê tevî pîrozkirina lidarxistina serketî ya hibliajrtinên parlimana vî welatî, hêvî kir: Bi destpêbûna karê dewleta nû ya Pakistanê û di bin vîyana sîyasî ya rêvebirên sîyasî yên her du welatan, kêmasîyên peywendîyên dualî bên çareserkirinê.

General Hatemî pêgirî li ser rola erênî ya Pakistanê wekî welatekî girîng li cîhana islamê û di çarçova berjewendîyên ometa islamê de kir û got: Qeyranên li herêmê û welatên islamî nemaze ya Yemenê bi rêya eskerî çareser nabin belkî divê bi rêya muzakirê û şêwazên sîyasî werin bidawîanînê.

Wezîrê berevanîyê yê Pakistanê jî li vê gotûbêja telefonî pêgirî li ser berfirekirina peywendîyên her du welatan ji bo bihêzkirina aştî û ewlehîya herêmê kir û hêvî kir: Hevkarîyên Îran û Pakistanê di warên curbicur de berfire bibin.

Başa dön tuşu