ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

11 kirêgirtiyên Seûdî li nav axa Yemenê hatine kuştin

Li şer û pevçûna di navbera artêşa Yemenê û kirêgirtiyên Erebistanê 11 kirêgirtiyên Seûdî hatine kuştin

Li gorî rapora telivîzyona Al-Alamê, 5 kirêgirtiyên Seûdî li êrişa hêzên artêş û hêzên gelanî yên Yemenê ser navçên curbicur ên derûdora bajarokê Serwahê li parêzgeha Maribê li navenda Yemenê hatine kuştin.

6 kirêgirtiyên din ên Seûdî jî li êrişa hêzên yemenî ser pêgeha El-Fewazê li Necranê li başûra Erebistanê hatine kuştin.

Herwisa hatiye ragihandin ku li êrişa hêzên gelanî û hêzên artêşa Yemenê ser pêgehên kirêgirtiyên Seûdî li parêzgehên Sena û El-Cûfê bi dehan kirêgirtiyên Erebistanê hatine kuştin û gelek ji van kirêgirtiyan jî birîndar bûne û xisaretên zav li wan ketine.

Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Erebistanê û bi alîkariya Amerîkayê bi heceta vegerandina serokkomarê revyayî yê Yemenê Mensûr Hadî êrişên xwe yên dirindane li dij gelê Yemenê despê kirin ku di encama van êrişan de bi dehan hezar kes  ji xelkê sivîl kuştin an birîndar kirin û bi sedan hezar kes ji xelkê vî  welatî aware û bê mal û xanî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu