NûçeRojhilatanavinYemen
Li Yemenê hejmara kesên ji nexweşiya zikêşiyê mirin gihîşte 532an
Ofîsa Çapemenî ya Rêxistina Tendirustî ya Cihanê (WHO) li Yemenê li ser hisabê xwe yê medya civakî ragihand ku li Yemenê ji 27ê Nîsanê pê ve li 253 herêman 65 hezar û 300 bûyerê bi guman hatin tespîtkirin. Heta niha ji ber nexweşiya zikêşê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihîşte 532an.
WHO herî dawî di daxuyaniya xwe ya 29ê Gulanê de hejmara miriyên nexweşiya zikêşê wekî 473 nîşan dabû.
Li Yemenê ev zêdetirî du sal in şerê navxweyî heye û ji ber şer û pevçûnan 3 milyon însan ji cihên xwe bûn. Li Yemenê ji bo zibilê tê avêtin nayê berhevkirin û şênî nikarin ava paqij peyde bikin her roj nexweşiya zikêşê (kolera) belav dibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)