Danîna hin sînor û berbendan li dijî nimêjkirên filistînî li Qudsê
Eskerên Rejîma siyonîst li dijî nimêjkirên filistînî li beşên curbicur ên Qudsê û derdora mizgevta Eqsayê, ewna bisînor kirin.
Li gorî rapora navneda ragihandinê ya Filistînê, hejmareke zêde ji hêzên polîs û yekîneya garda sînorî ya Îsraîlê ji sibeya roja sêşemiyê li beşên curbicur ên Qudsê û mizgevta El-Eqsayê bi cih bûne.
Polîsê Rejîma Siyonîstî bi daxûyaniyekê ragihand ku tenê zarokên bin 12 salan û mêrên jorî 40 salan dikarin herin nav mizgevta Eqsayê.
Tevî tedbîrên ewlehiyê yên taybet ên artêşê û polîsê Rejîma Îsraîlê her roj bi sedan nimêjkirên filistînî ji navçeyên curbicur ên kêleka rojavaya çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî jibo lidarxistina merasimên xwe yên olî diçin mizgevta Eqsayê.
Mizgevta Eqsayê bûye meydana liv û tevgerên esker û bajaroknişînên siyonîst jibo ku pênaseya Îslamî û xiristiyanî ya Beyt Ul-Muqedeseê ji nav bibin û sembol û hêmayên siyonîst li wir daynin.
Întifaza Qudsê ji 1 Cotmeha 2015`an jibo protestokirina destdirêjiya eskeran û bajaroknişînên siyonîst ser nirxên Îslamî yên Filistînê û di serî de mizgevta Eqsayê pêk hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)