FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Daxûyanîya Roja Cîhanî ya Qudsê, piştgirîya ji serhildana Filistînê û şermezarkirina xeta sazişê

Pişkdarên meşa Roja Cîhanî ya Qudsê li daxûyanîyekê bi pêkutîya ser piştgirîya ji serhildana Filistînê û berxwedana islamî, berfirebûna xeta sazişê û asayîkirina peywendîyênan ligel rêjîma dagirkerê Qudsê ji hêla rêjîma siûdî va şermezar kirin.

Li daxûyanîya dawîya meşa Roja Cîhanî ya Qudsê hatîye: Azadkirina Qudsa şerîf û hewldana jibo lawazkirin û têkbirina tam a Israyîlê hela jî “ ewlewîyeta yekem a cîhana îslamê“ ye û her pêngava ku ometa islamê ji mijara Filistînê bixalifîne, divê bê şermezarkirinê.

Li gorî vê daxûyanîyê, tenha rêçareya meseleya Filistînê “ vegera awareyên filistînî ji deverên curbicur ên cîhanê“ û “ lidarxistina giştpirsîya berfire û azad jibo kifşkirina pêşeroja vî welatî“ ye û her rêçareyeke din wek derfetekê jibo dewama jîyana rêjîma sexte ya sîyonîst û binpêkirina mafên rewa yên gelê Filisîtînê ye ku cihê şermzarkirinê ye.

Pişkdarên vê meşê herwiha tevî pêkutîya ser pêwîstîya tifaq û hevdengîya komên filistînî li hemberî rêjîma zarokkuj a sîyonîst, bicihkirina cihûyan li erdên dagirbûyî û hewldana jibo jinavbirina nasnama netewî û dîrokî ya Filistînê şermezar kirin û ji sazî û dezgehên navnetewî û navçeyî xwestin ku pêşîya dewama vê komploya bitalûke birgirin.

Li dewama vê daxûyanîyê, fitneya DAIŞ û têrorîstên tekfîrî li Iraq, Sûrîye, Lîbîyê û cinayetên binemala siûdî li Yemen û Behrêynê, nexşeya hevpar a Amerîka û Rêjîma Sîyonîst û welatên paşvero yên Rojhilata Navînê hatine zanîn û hewldana rêjîma siûdî û hin welatên herêmê jibo dabînkirina ewlehîyê jibo Rêjîma Sîyonîst bi rêka piştgirîya ji têrorîsmê û berfirekirina xeta sazişê û asayîkriina peywendîyan ligel rêjîma dagirkerê Qudsê hatîye şermzarkirin.

Li dawîya vê daxûyanîyê, rêz li rola istiratêjîk û misteşarî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî li bereya berxwedana islamî nemaze sekinîna li hemberî têrorîstên tekfîrî hatîye girtin û hatîye: Her cure gef û pêngava dijî ewlehîya netewî ya Îranê yê pêrgî bersiva vebirr û poşmanker bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu