NûçeRojhilatanavinSûriye

Civîna Astane-5 bidawî hat, Îran, Ûrsêt û Tirkîyê li ser pêkanîna komîteya taybet a deverên ewleh ên Sûrîyê lihev kirin

Desteyên Komara Islamî ya Îranê, Ûrsêt û Tirkîyê di dewra pêncem a civîna alîyên sûrî li Astanê, jibo pêkanîna komîteya taybet a kifşkirina pîvanên deverên kêmkirina gêreyê li Sûrîyê lihev kirin.

Komara Islamî ya Îranê, Ûrsêt û Tirkîyê desthilata kifşkirina pîvanên teknîkê yên 4 deverên kêmkirina gêeyê li Sûrîyê dan komîteya taybet a hevpar.

Pêncemîn dewra muzakirên alîyên sûrî li Astaneya paytexta Qazaqistanê şeva buhurî bi dû hevdengîyên desteyên pişkdar têkildarî mêhwerên karî li Sûrîyê û nirxandina pêşketinan bidawî hat.

Li gorî lihevkirna di vê civînê da, civîna tê ya karzanan yê 1 û 2`yê Tebaxê li Têhranê û dewra şeşan a civîna Astanê jî di hefteya dawîya meha Tebaxa îsal da li Astanê bê lidarxistin.

Ev muzakire li gorî insîyatîfa Komara Islamî ya Îranê û bi hevkarîya Ûrsêt û Tirkîyê bi armanca pêkanîna aştîyê li Sûrîyê hatine lidarxistin.

 

Başa dön tuşu