Cabirî Ensarî: Pêkanîna ferîzeya Hecê girêdayî bi pêngavên Erebistanê ye
جابری ئهنساری: ئهنجامدانی فهریزهی حهج گرێدراوی کردهوهی عهرهبستانه
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê, berdevkê wezareta akrên deve ya Komara Islamî ya Îranê, Sadiq Husêyn Cabirî Ensarî îro duşemiyê 25`ê nîsana 2016`an, li civîna çapemeniyê li Têhranê bal kişande ser çêkirina astengiyan ji aliyê dewleta Siûdî va li warê şandina ziyaretvanên Îranî bo merasima hecîtiya îsal û got: Ev yeka girêîdayî bi kiryar û pêngavên dewleta Erebistanê ye ku eger erkên xwezayî yên dewleta malûvan li ser esasa pêvajoya berê pêk bîne, dê bi awayê xwezayî rewş ji bo cihanîna viya jî dabîn bibe.
بهپێی ڕاپۆری ههواڵدهریی ئیرنا؛ سادق حوسێن جابری ئهنساری وتهبێژی وهزیری دهرهوهی ئێران ئهمڕۆ دووشهممه لهپرێس کۆنفرانسێکدا لهتاران بهئاماژه به تهگهرنانهوهی لایهنی سهعوودی لهمهڕ ناردنی زیارهتکارانی ئێرانی بۆ ڕێوڕهسمی حهجی ئهمساڵ وتی: ئهو بابهته هاوپێوهنده به کردهوهو کردهکانی حکومهتی عهرهبستان که ئهگهر ئهرک و بهرپرسایهتییه ئاساییهکانی حکومهتی میواندار بهگوێڕهی شێوازهکانی ڕابردوو ئهنجام بگرێ، بوار بۆ جێ بهجێ کرانی ئهو ڕێوڕهسمه خۆش دهبێ
(BANGÊ ÎSLÂMİ)