Destpêkirina xeta berhemanîna berfireh a mûşeka dûrmenzîl a Seyad -3
Hêla berhemanîna berfireh û raberkirina mûşeka berevaniya hewayî ya dûrmenzîl a Seyad -3 bi beşdariya wezîrê berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê xebata xwe destpê kir.
Hêla berhemanîna mûşeka berevaniya hewayî ya dûrmenzîl a Seyad -3 ku ji aliyê endazyar û pisporên îranî hatiye dîzaynkirin û çêkirin, roja şemiyê yanê îro bi beşdariya serdar sertîp Huseyn Dihqan, wezîrê berevanî û piştgiriyê ya hêzên çekdar û Emîr Ferzad Îsmaîlî, fermandê navenda hewayî ya Xatem Ul-Enbiyayê(s) artêşa Komara Îslamî ya Îranê xebata xwe destpê kir û hejmarek ji wan raberî baregeha berevaniya hewayî ya Xatem Ul-Enbiyayê hat kirin.
Sertîp Dihqan li vê merasimê got: Stratejiya wezareta berevaniyê, xurtkirin û birojkirina berevaniya hewayî ya Îranê li birra nêzîk, navîn û bilind bûye û sîstema Seyad-3 bi birra operasyonî ya 120 km li hember gefên hewayî li birra navîn û bilind hatiye dîzaynkirin.
Sertîp Dihqan her wiha got: Mûşeka Seyad-3 li gorî teknolojiyên rojê ên cîhanê hatiye dîzayn kirin û û dikare li hember gefên mîna balefirên cengê ên dijî radarê,balefirên bêfirokevan, mûşekên kirûz, helîkopter û cureyên teyrên modern yên meşqê, lezgînî û bilindahiya li jor raweste.
Wezîrê berevaniyê yê Îranê her wiha got: Wezareta berevaniyê ya Îranê li çarçêva xurtkirina bingeha berevaniyê û meşiyana li riya aboriya berxwedanê bi hemî hêza xwe dê pêngavê arke û qet ji jordebirina hêza eskerî ya operasyonî ya hêzên çekdare dev bernade (BANGÊ ÎSLÂMİ).