Serketina hêzên iraqî li şerê li hember DAIŞ`ê li Kerkûkê
Çavkaniyên iraqî li bara kutina yek ji serkirdeyên pilebilind ê grûpa terorîstî ya DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê agahî dan.
Li gorî rapora îro ya televîzyona El-Meyadîna Lubnanê, piştî êrişa hêza hewayî ya artêşa Iraqê ser meqera grûpa terorîstî ya DAIŞê li rojava parzêgeha Kerkûkê, Tariq Emîne serkirdê wlehiyê yê DAIŞê ku li gundeke bajarê Hewîceyê xwe weşartibû hat kuştin. Tê gotin li encama vê êrişê hejmarek din ji endamên DAIŞê hatine kuştin.
Ji aliyê din ve çavkaniyeke elehiyê li Iraqê got: Terorîstên DAIŞ`ê, endamê malbateke 11 kesî li gundê Tel El-Zehebê nêzîkî bajarê Hewîcê li Kerkûkê kuştin. Kesên hanê dixwestin ji destê DAIŞê birevine çiyayên Hemrînê.
Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, çavkaniyên iraqî her wiha raghandin operasyoan berfireh jibo jianvbirina endamên mayî yên DAIŞê li çola parêzgeha Enbarê lirojava Iraqê destpê bûye.
Piraniya endamên DAIŞê piştî revîna ji navçe û bajarên azadbûyî yên parêzgeha Enbarê penaha xwe birine vê çolê û ji wir jibo êrişên terorîstî li navçên ewleh ên parêzgehê dikevin tevgerê,
Pêştir jî hejmareke zêde ji endamên terorîstî yên ereb û biyanî yên DAIŞê ji bajarê Enahê li rojava parzêgeha Enbarê revîne bajarê Reqayê (BANGÊ ÎSLÂMİ).