Balyozê Iraqê li Belcîkayê, li bara mehkemekirina herî kêm 100 kes ji şervanên ewrûpî yên DAIŞê li Iraqê agahî da.
Rojnama brîtanî ya Independent li malpera xwe ji zarê Cewad El-Hendawî, balyozê Iraqê li Belcîkayê nivîsî: Kesên hanê welatiyên Belcîka, Rûsiye, Çêçên û Asiyaya navendî ne ku tevlî DAIŞê bûne û ji piraniya wan re îdam hatiye birînê.
Cewad Kazim El-Hendawî her wiha got: Nêzîkî 1400 kes ji endamên malbata hêzên DAIŞê nêzîkî Mûsilê li bakurê Iraqê tên xweyîkirin ku piraniya wan xelkê Tirkiyê an welatên Asiyaya navendî ne lê hejmarek jî xelkê Fransayê û Almanyayê ne.
Balyozê Iraqê li Belcîkayê her wiha destnîşan kir: Bexdayê jibo dayîna biryarê li bara endamên malbata hêzên DAIŞê tev dewletên ewrûpî li halê şêwirîn û hevkariyê ye lê hin welatên ewrûpî naxwazin malbata DAIŞiyan vegerin welatên xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)