CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye
Amerîka çekan ji DAIŞê û El Nusrayê re dişîne
Generale sûrî Elî el Elî got: “Em dizanin ku Amerîka di navbera 5ê Hezîranê — 15ê Îlonê de hezar û 421 TIR çek û cebilxane şandine. Herçiqas ev çek bo têkoşîna li dijî terorîzmê hatibin şandin jî, ev çek gihîştin deste milîtanên DIAŞê û Feth el Şamê.”
Elî el Elî destnîşan kir ku ev çekên ketin deste milîtanan ji aliyê şirketên parastinê bi navên Chemring û Orbital ATKê ku di çerçoveya bernameya alîkariya hevalbendê Pentagonê distînin ve hatin standin û bi rêya behrê hatin şandin Rojhilata Navîn yên Sûriyeyê jî ji deriyên ku di bin kontrola hêzên hikûmetê de nîn in ve xistin Sûriyeyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)