Tirsa Netanyahu ji deshilata Îranê li navçê
Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî ji têkçûna koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Sûriyê û bideshilatbûna Îranê li navçê dilgiraniya xwe da diyarkirin.
Binyamîn Netanyahu serokwezîrê Rejîma Siyonîstî roja yekşemiyê li gotûbêja tev BBC, îdia kir ku Îran bi têkçûna terorîstên DAIŞê, hêz û amûrên xwe yên eskerî li nêzîkî sînorên Flistîna dagirbûyî bi cih dike.
Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî her wiha ji stratejiya Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li hember Îranê pêşewazî kir û destnîşan kir ku helwestên Trump li çarçova helwêstên Telavîvê û hin welatên erebî yên navçê ye.
Netanyahu li bara berfirehkirina bajarokên siyonîstbîşan û çêkirina avahiyan ji siyonîstan re li navçên dagirbbûyî yên Filistînê îdia kir ku çêkirina bajarokan tu pirsgirêka xwe tine, belkî mesele eva ye ku filsitînî Îsarîlê bi fermî nizanin û ger ev pirsgirêk çareser bibe, dê pirsgirêkên din ji wan bajarokçêkirin jî were çareserkirin.
Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî binpêkirina mafên mirovan li Îsraîlê, hews û işkencekirina zarokên filistînî û her wiha kavilkirina malên filistîniyan haşa kir û got ku Îsarîl weke fanûseeke deryayî jibo demokrasiyê ye.