Şerê terorîstên Bereya El-Nusre û DAIŞ`ê li kampa Yeremûk a Şamê
Enadmên mayî yên koma terorîstî-tekfîrî ya DAIŞ`ê roja duşemiyê cardinê tev koma terorîstî ya bereya El-Nusre li kampa filistînînişîn a Yeremokê li başûrê Şamê, paytexta Sûriyê ketin pevçûnê.
Li gorî rapora IRNA`yê, pevçûna navbera koma terorîstî ya DAIŞ`ê û bereya El-Nusre ji roja yekşemiyê li kampa Yeremokê despê bû. Heya niha li encama pevçûnên hanê, pênc endamên bereya El-Nusre hatine kuştin û sê terorîstên DAIŞ`ê hêsîr bûne.
Giraniya van pevçûnan pirtir li navça El-Rîceyê ya kampa Yeremokê bûye.
Ev pevçûn du rojên piştî pevçûna DAIŞ`ê tev koma terorîstî ya nasiyar bi Cêyş El-Îslamê li taxa El-Zînê ya kampa Yeremokê destpê bûye.
Kampa Yeremokê navçeyeke filistînîişîn li başûrê paytexta Sûriyê ye ku ji destpêka Nîsana 2015`an bûye cihê pevçûna terorîstên DAIŞ`ê û bereya El-Nusre û ev pevçûna canê bi sedan kes ji xelkê bêguneh ê Filistînê xistiye xeterê.
Koma terorîstî ya DAIŞ`ê bi cihanîna hin kiryaran hewl dide ku tirs û xofê navbera rûniştiyên kampa awareyên filistînî ya Yeremokê çê bike.