CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Endonezyayê rexnekirina parlementeran sûc e

Îro li perlementoya Endonezyayê qanûnek birêve çû. Di qanûn de bêrêziya li hemberê parlementoyê, parlementeran û rexnekirina wan qanûnen ji niha û pê de sûc e.

Qanûn bi nivîseka ne zelal hatiye nivîsandin û di meha çû de li parlementoyê hat qebûlkirin. Lê serokkomar Joko Widodo vê qanûna ne zelal tesdîq nedikir. Ji ber erka serokkomar tine ku qanûn veto bike, piştî wextê qanûnî  tije bû, bi xwe kete rê.

Bo betalkirina qanûn dibe ku li Dadgeha Destûrê îtîraz bêkirin. Berdevkê dadgehê ragihand ku heya niha 3 îtîraz çêbûne lê heya encam bidin, wê bi meha wext derbas bibe.

Di qanûn de weha dibêje: “Kî li hemberê parlementoyê û parlementeran bêrêzî bike” wê bê cezakirin. Cezayê zîndanê mutlaq heye lê sînorê ceza ne diyare. Ji çend salan heya çend sala ye nehatiye gotin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu