Dora Sêzdehem a Konfêransa Parlimanên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî li Têhranê destpê bû
Dora Sêzdehem a Konfêransa Parlimanên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî vê sibê bi beşdariya Hesen Rûhanî, serokkomar û Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li Têhranê xebata xwe destpê kir.
Li gorî rapora IRIB News`ê, li vê civînê serok û alîkarên serokan û nûnerên 41 welatên Îslamî beşdar bûne.
Dora Sêzdehem a Konfêransa Parlimanên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî berêvariya çarşemiyê jî bi weşandina daxûyaniyekê dê dawiyê bide karê xwe.
Rojên şemî, yekşemî û duşemiya vê heftiyê , civînên komîteyên dayim û pisporiyê û her wiha civata giştî ya vê civînê bi beşdariya nuner û karzanên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî hat lidarxistin.
Li civînên pisporî û karzaniyê, her wiha komîtyên cihanîn û giştî hin behs û mijarin mîna karûbrên siyasî û peywendiyên biyanî, mafên mirovan , jin û karûbarên malbatê, karûbarên hiqûqî û çandî , gotûbêja medeniyet û mezheban , karûbarên aborî, jîngeh, beşdariya jinan li li parlemanên welatên Îslamî û her wiha amadekirina reşnivîsa dawiyê ya civînê hatin hilkolandin.