EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li Afxanistanê 13 DEAŞî hatin kuştin

Li bakûrê Afxanistanê, li parêzgeha Cuzcanê, li navçeya Derzabê hêzên asayîşê operasyoneka dijwar birin ser DEAŞê.

Li gor ragihandina berdevkê parêzgeha Cuzcanê Muhammed Riza Gafûrî, hêzên asayîşê li deverên Kızıl Kışlak û Hoca Aşkara li dijî DEAŞê operasyonan kirin. Du berpirsiyarên DEAŞê jî di nava wan de 13 endamên DEAŞê hatin kuştin û 5 ji wan jî birîndar bûn.

Berdevk Gafûrî di ragihandina xwe de got ku di şer de, du cerdevan mirine û sê ji wan jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu