Qasimî: Hizûra Îranê li navçê ji bo alîkariya bo ewlehiya navçê ye
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Ji ber cih û şûna Komara Îslamî ya Îranê li Rojhilata Navînê, Îran bo alîkariya bo dabînkirina ewlehiyê li navçê, hizûra zatî û xwezayî heye.
Li gorî rapora nûçegîhanê IRIB News`ê, li beşa dervey sînoran, Behram Qasimî, roja çarşemiyê li civîna rojnamevaniyê li Têhranê, li bara gefên nû yên serokkomarê Emerîkayê li dijî Îranê got: Îranê bi dîrok û medeniyeta mezin li her derê cîhanê beşdariyeke erênî hebûye û heye.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê roja sêşemiyê li nava koma tifingdarên emerîkî li eyaleta Kalîforniyayê, îdia kiribû: Îran li pişt hemî pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir:Hevkariya misteşarî ya Îranê li Sûriyê jî ji bo alîkariya bo ewlehî û vegeryana aramiyê bo vî welatî bûye û em hêvî dikin qeyrana Sûriyê bi zûtirkê were çareserkirin.
Qasimî, bal kişand ser vê yekê ku dabînkirina ewlehî û aramiya navçê hevcedarê hevkariya komî ye û got: Mixabin hin welatên navçê, xêncî viya ku ji bo aşitî û ewlehiya navçê karekî nakin belkî lê dixebitin ewlehiyê ji welatên din bikrin.
Wî her wiha li bara lidarxistina civîna komîsyona hevpar a rêketinnama navokî li Viyenê ku roja îniyê, 16 Adarê dê were li dar xistin got: Li vê civînê, dê pirsgirêk û bêsoziyên aliyên din ku ji aliyê Emerîkayê cih hatine, dê werin şopandin.
Behram Qasimî, armanca sefera wezîrê karên derev yê Îarnê bo Komara Azerbaycanê nêzîkbûna welatên navçê da aznîn û destnîşan kir: v sefera li çarçoveya aşitî û aramiya navçê ye û divê li warê rawestana li ber terorîzm û dabînkirina ewlehiya navçê hevkariyê bikin.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bara muzakirên Emerîka û Koreya bakurî jî destnîşan kir: Îran ji her cure hewldana ji bo aşitî û aramiya cîhanî piştgiriyê dike lê di pratîkê de hatiye îsbatkirin ku nikarin baweriya xwe li nihêrîn û gotinên Emerîkayê bînin.
Qasimî her wiha li bersiva pirsa nûçegîhanê IRIB Newsê têkildarê sekinîna wezîrê karên dere yê Îranê ser beşdariya Pakistanê li proja boriya niftê got: Wezareta Karên derve ya Îranê berfirehkirina hevkariyên aborî dişopîne û cihanîna vê projê dê alîkariya peywendiya welatên navçê bike.