ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîr Ebdulahiyan: Qeyranên li navçê dê bi qutbûna destwerdana biyaniyan çarser bibin

Hisên Emîr Ebdulahiyan, roja îniyê li berteka li hember hitmala bijartina Can Bolton, wek şêwirmendê ewlehiya netewî ya Koşka Sipî, li rûpela xwe ya li Twiterr`ê nivîsî: Dijminên navçê tenê ji zimanê hêz û zorê fêm dikin.

Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, pêncşemiyê bi şev li peyama xwe ya li Twiterr`ê, Hêrbêrt Rêymond Mek Mestêr (Herbert Raymond McMaster), şêwirmendê ewlehiya netewî ya Koşka Sipî, wêde bir û Can Bolton (John Bolton), nûnerê berê yê Amerîkayê li Rêxistina Neteweyên yekgirtî (NY) danî dewsa wî.

Emîr Ebdulahiyan, herwiha got: Axiftinên dijî Îranê û bidûhev ên Donald Trump, serokomarê Amerîkayê û Binyamîn Ntanyaho, serokwezîrê Rejîma sexte ya Îsraîlê û kivşkirina rayedaran ya vê dawiyê li Koşka Sipî, nîşan dide ku xurtkirina nihêrîna ewlehiyê, ji bo bidestanîna sûd û qazanca zêdetir ji bo Amerîkayê, taktîka wan a nû ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu