Pêgirîya Salih El Semad ser berxwedana yemeniyan li hember êrişên Erebistanê
Serokê konseya bilind a siyasî ya Yemenê li ser berxwedana yemeniyan li hember êrişên Erebistana Siûdî û hevgirtiyên wê pêgîrî kir.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Salih El Semad, serokê Konseya Bilind a siyasî ya Yemenê, roja îniyê bereberê sêyemîn salvegera berxwedana yemeniyan li hember êrişên Erebistana Siûdî û hevgirtiyên wê got: Beşdariya berfire ya li rêûrisma salvegera berxwedanê, pişkek ji şerrê dijî hevalbendiya destdirêjker a Siûdî û kirêgirtiyên wan tê hesêb.
El Semad, destnîşan kir: Xelkê Yemenê, bi beşdariya li rêûrisma salvegera berxwedana yemeniyan li hember êrişên Erebistana Siûdî, divê peyama berxwedan û mezlûmiyeta xwe bigihînin guhê hemî xelkê cîhanê.
Serokê konseya bilind a siyasî ya Yemenê, herwiha li ser pêwîstiya hewldana ji bo lidarxistina rêûrismeka pirrcoş bi awayekî ku hêjayî berxwedana xelkê li hember êrişa herî hovane ku di dirokê de qewimiye be, pêgîrî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)