Kornêl Feruta: Îran pêsipartên xwe li rêketnama navokî cih anîne
Li gorî rapora IRNAyê, û ji zarê Reuters`ê, Kornêl Frota ji rayedarên pilebilind ên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê diyar kir: Îran dikeve ber yek ji sîstemên herî xurt ên ceribandina rastiyê ye û ev welata berpirsiyariyên xwe li çarçoveya rêketinnama navokî cih tîne.
Wî her wiha diyar kir: Giring e ku Îran cihanîna tama van berpirsiyariyan bidomîne. Yacek Bîlca nûnerê jiçekkirina Yekitiya Ewrûpayê jî teqez kir ku hevhatina navokî sîstema navneteweyî ya belavnekirina navokî xurt kiriye.
Wî her wiha diyar kir ku rêketinnama navokî alîkariya ewlehiya navneteweyî û navçeyî kiriye û mahiyeta bi aşitî ya bernama navokî ya Îranê garantî kiriye.
Îzomî Nakamîtso, nûnerê pilebilind ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên jiçekkrinê jî beriya destpêbûna gotûbêjên navbera Êmanoêl Mekron û Donald Trump serokkomarên Fransa û Emerîkayê li Waşengtonê, daxwaza sekinîna aliyên rêketinnama navokî kir.
Nakamîtso roja duşemiyê li civîna seretayî ya civîna venihêrîna NPTyê biryar e li sala 2020 were lidarxistin,diyar kir ku em hêvî dikin hemî alî ser cihanîn û parastina vê hevhatinê di demdirêj de berpirsiyar bimînin.