ÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna komîsyona hevpar a Lihevkirina Navokî

Komîsyona hevpar a Lihevkirina Navokî ku ji alîkarên wezîrênkarên derve yên welatên Îranê û 5+1`ê û nûnerê payebilind ê Yekîtiya Ewrûpayê pêk hatiye, wê 10`ê meha Çileya 2017`an li Viyenaya paytexta Otrîşê civînekê pêk bîne.

Civîna komîsyona hevpar a Bernameya Giştalî ya Kiryara Hevpar (Lihevkirina Navokî) jibo hilkolandina meseên ku li nameya 16`ê Kanûnê ya Mihemedcewad Zerêf, wezîrê karên derve yê komara Îslamiya Îranê bo Fêdêrîka Mogêrînî, berpirsa hevdengkera siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) raber bûne, bi dû dijêjkirina dema boykotên dijî Îranê yên ISA yên ji aliyê Kongireya Amerîkayê, pêk tê.

Zerîfi bi şandina nameyeka fermî bo Mogpêrînî, hevahengkera komîsyona hevpar a Lihevkirina Navokî, bal kişand ser dubarekirina bêsozî û sersariya Amerîkayê li hember cihanîna sozênxwe û ji Mogêrîniyê xwest ku bi ragihandina agahiyên pêwîst bo hemî aliyên Lihevkirina Navokî, tivdîrên pêwîst jibo li darxistina civîna komîsyona hevpar a Lihevkirina Navokî û herwiha komxebata boykotên komîsyona hevpar jibo şopandina kiryara vê dawiyê ya Amerîkayê, bigire ber xwe.

Fêdêrîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya YE`yê, herwiha berpirsa hevahengiya komîsyona hevpar a Lihevkirina Navokî ye jî.

Senaya Amerîkayê, vê dawiyê pêşniyarqanûna Meclisa Nûneran a vî welatî li ser dirêjkirina deh salî ya dema Qanûna Boykota Dijî Îranê, ser navê I:S:A`yê, bi 99 dengên erê û bêyî tu dengeka na pejirand û bi vî awayî Kongireya Amerîkayê deng da dewama boykotên Îranê heya dawiya sala 2026`an. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu