Hejmara şehîd û birîndarên filistînî zêde bûn
Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê raghand: li encama pevçûnên giran navbera filistîniyan û eskerên siyonîst, herîkêm 28 filistînî ji wan du zarok şehîd bûn û zêde ji 1000 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora Al-Alamê, îro duşemiyê hevgavê guhestina balyozxana Emerîkayê ji Telavîvê bo Qudsê, xwenîşandana milyonî ya Vegerê û têkbirina dorpêça zîvala Gazayê hat lidarxistin.
Xwenîşanderên filistînî beşeke zav ji dîwarê navbir li rojhilata Xan Yûnisê li zîvala Gazayê ji nav birin.
Çavkaniyên nûçan raghandin ku siyonîstan bi bombeyên gazê êriş kirine ser trimbêla hilgirê rojnamevanan li navça kampên vegerê li sînorê rojhilata zîvala Gazayê.
Navenda raghandinê ya Filistînê ragahnd: Eskerên Rejîma Siyonîstî êriş kirin ser navendên pizîşkiyê li rojhilata Berîcê li zîvala Gazayê.
Nîşangirên îsraîlî rasterast êriş kirin ser xwenîşanderên li rojhilata Cibalyayê. Her wiha hejmarek ji eskerên siyonîstî piştî dîtina pêşdeçûna xwenîşanderên filsitînî ser çeperên Rejîma siyonîstî li rojhilata zîvala Gazayê, paşde vekişyan.
Ji dema biryara li dijî Qudsê ya Donald Trump serokkomarê Emerîkayê, 6 kanûna 2017` an heya niha zêde ji 100 filistînî bi derba gulla eskerên siyonîst şehîd bûne.