AsyaCîhanEfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcani: Terorîstên navçê li gor siyasetên Waşengtonê li hev dixin û niha ew bala xwe dane ser hin navçên Asiya û bakurê Efrîqayê

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya ajansa meclisê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li hevdîtina  Ebdulhemîd  Sî Efîf serokê komîsyona  karûbarên  derve yên  meclisa neteweyî ya  Cezayirê li Têhranê bal kişand  ser vê yekê ku  Emerîka îzna  çareserkirina  mesela terorîzmê li navçê nade û got: Terorîst navçê li gor siyasetên Waşengtonê li hev dixin û niha ew  bala xwe dane ser hin navçên  Asiya û bakurê Efrîqayê.

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê her wiha  bal kişand  ser berûlayên curbicure  plana  emerîkî ya ` danûstandina  mezin a sedsalê û got: Wan dil hene mesela Filistînê tenê bînin ser mesela Gazayê ku eva xeyaneteke mezin e.

Larîcanî proja  normalkirina  peywendiyên  navbera Rejîma Îsraîlê û welatên  erebî weke lekeyeke reş bo welatên  Îslamî da zanîn û destnîşan kir: Ji ber hişyariya pêkhatî li nav gelên  Îslamî,  ew li vê barê dê bi ser nekevin.

Başa dön tuşu