NûçeÎranIraqRojhilatanavin

Nêçîrvan Barzanî: Axa Kurdistana Iraqê tu carî nabe metirsî li dijî Îranê

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê li hevdîtina digel Husên Emîr Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê teqez kir ku axa Kurdistana Iraqê tu carî nabe metirsî li dijî Îranê.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê got: “Ji bo cîbicîkirina peymana ewlehiyê ya Îran û Iraqê gavên bibandor hatin avêtin û em ê bi hemû ciddî li ser cîbicîkirina vê peymanê berdewam bin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê bi serpereştiya şandeke pilebilind giheşte Tehranê û bi rayedarên payebilind ên Îranê re hevdîtin pêk anî Şoreşa Îslamî, Ayetullah Seyîd Elî Xamineyî.

Mesrûr Barzanî: Bi dîtina rêberê mezin ê Komara Îslamî şanaziya min hebû

Barzanî piştî hevdîtina xwe ya bi rêberê şoreşê re, di twîteke xwe ya tora EX de ragihand: Li bajarê Tehranê bi rêberê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê ayetulah Elî Xamineyî re, ez şanaz bûm. Her li vê hevdîtinê de tekezî li ser amadebûna Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina peywendiyên ligel Îranê di hemû astan de kir.

Bir yanıt yazın

Başa dön tuşu