Serdar Karger: Îro çanda berevaniya pîroz ji sînorên Îranê derbas bûye
Serokê Erkantiya rêzgirtina ji 36 mîn salroja hemasa azadkirina Xuremşehrê got: Gelên cîhanê bi mînakkirina çanda berevaniya pîroz li Îranê karîn ku li hember DAIŞ`ê û komên din ên serbixwe û kirêgirtî bisekinin û welatê xwe ji lepên terorîstan rizgar bikin.
Li gorî rapora Sipah Newsê, serdar sertîp Behmen karker roja duşemiyê bereberê salroja azadkirina Xuremşehrê û li civîna rojnamevaniyê got: Berevaniya pîroz ji bo welatên din bûye mînak û îro rojê çanda berevaniya pîroz ji sînorên Îranê jî derbas bûye.
Pêncşemiyê 3 Xurdadê, 24 Gulanê, salroja azadkirina Xuremşehrê li sala 1982` an e. Ev roja li rojhejmêra Komara Îslamî ya Îranê wek roja berxwedanê, îsar û serketinê hatiye binavkirin.
Serokê Erkantiya rêzgirtina ji 36 mîn salroja hemasa azadkirina Xuremşehrê her wiha li bara operasyona Bytul Muqedesê ku bû sedema azadkirina Xuremşehrê û beşeke zêde ji axa Îranê, destnîşan kir: Pişta artêşa Rejîma Besê ya Iraqê li êrişa berfireh a bejahî û deryayî ya Îranê işkest û piştî cihanîna vê operasyonê, îstikbara cîhanî qaweta artêşê û Sedam dîktatorê îdamkirî yê Iraqê venijhêrî û li dû hin rêçareyan ji bo cebirandina vê işkestê bû ku yek ji wan aşitî bû.
Sertîp Karger her wiha lidarxistina merasima rêzgirtina ji îsarkiran bi beşdariya serokê Komara Îslamî ya Îranê ji bernameyên bîranîna hemasa azadkirina Xuremşehrê da zanîn û destnîşan kir: Di bernameyên taybet ên îsal li rojên çarşem, pêncşem û Îniyê dê destkewt, peyam û dûhatên operasyona Beytulmuqedesê werin hilkolandin.