ÎranNûçeRojhilatanavin
Fosîla mamûtekî bi kevnarîya 2 milyon salî li Îranê hat peydakirin
Du pirtîyên fosîlên didan û paşmayînên heneka fîlekî Mamût ku ya herîkêm 2 milyon salî berî niha ne li şarê Bîlersuwarê li parêzgeha Erdebîlê li bakura rojavaya Îranê hatin peydakirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê, Tahire Êftêxarî rêvebira giştî ya nivîsgeha entîqexana dîroka xwezayî ya Sazîya Parastina Jîngeha Îranê îro dema seredana cihê peydakirina wan fosîlana li bakura rojavaya Îranê herwiha got: Ev fosîlana yên serdema Quaternar (Kovatêrnêrîyê) ne.
Quaternar pişkeke demajoya erdnasîyê ye ku ji nêzî 2.5 milyon salan berî niha ve destpê bûye û hela jî didome.
Li gorî vê raporê, nimûneyên ji fosîla fîlê hanê hatine keşifkirinê, yên fîlên ji curên hindî bi temenê herîkêm 2 milyon salî ne.