Cehangîrî: Dijmin nagîje hêviya xwe ya asêkirina Îranê
Alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê got: Em dê bi plankarî û rêvebirina deqîq û bi palpiştîya çavkanî û potansîyelên navxweyî nehêlin ku dijmin bigihîjin hêviyên xwe yên dijî Komara Îalamî ya Îranê.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRNA`yê, Îshaq Cehangîrî, bal kişand ser rewşa niha ya welêt û vîna cidî ya dewleta Amerîkayê ji bo sepandina boykotên zalimane dijî dewlet û gelê Îranê û got: Dewleta Amerîkayê berovajî qanûnên navneteweyî û bi sepandina boykotên bêrehmane û hişmend, li dû têkbirina abora Îranê bi armanca zextanîna ser jiyan û debara xelkê ye.
Cehangîrî herwiha got: Bila dijmin bizanibe ku bernameyên wê yên ji bo çokdanîna Komara Îslamî ya Îranê wê şikest bixwen.
Alîkarê yekem ê serokê Komara Îslamî ya Îranê, pêgîrî kir: Hemîteşkîlatên Îranê erkdar in ta ku bi tivdîr û plandarêştinê rewşekê pêk bînin ku derbe li jiyana gel nekeve.
Trump serokkomarê Amerîka heştê meha Gulana 2018` an bi dubarekirina tawanên pûç li dijî Îranê, derketina Waşengtonê ji rêketinnama navokî û vegeryana boykotên navokî li dijî Îranê di 3 heya 6 mehên din raghand.
Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Çîn, Almanya û Yekitiya Ewrûpayê jî wek aliyên rêketinnama navokî destnîşan kirin ku piştgiriyê didine vê havhatina navneteweyî.