Rûhanî: Gelê Îranê dê teslîmî zext û zora ji derve nebe
Serokê Komara Îslamî ya Îranê,Rûhanî di nava koma îraniyên rûniştiyê Swîsrayê, bal kişand ser vê yekê ku gelê Îranê tu carî dê teslîmî zext û zora biyaniyan nebe û îraniyên rûniştiyê dervey welêt weke balyozên gel da zanîn û ji wan xwest ku bona hilêxistina rasitiyan û xebitandina sermayê, alîkariya îraniyên nava welêt bikin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Hesen Rûahnî ku ji bo hevdîtin û gotûbêja bi berpirsên Swîsrayê re sefera Bêrnê kiriye, şeva buhurî li hevdîtina kome ji îraniyên rûniştiyê Swîsê, xebatên bi nirx ên îraniyên dervey welêt sedema şanaziyê da zanîn û diyar ir: Erka me gişkan, hewlana ji bo geşatî û tenahiya zêdetir a gel e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku jiyana aborî û menewî ya me maye ser pêşketin û serblindiya Îranê û got: Hewldana dewletê, cihhatina armancên neteweyî bi yekitî û hevrêtiya hemî gel e.
Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku mentiqa gelê Îranê li muzakira tev hêz xurtên cîhanê hatiye selmandin û diyar kir: Li encama cihanîna hevhatina rêketina navokî, hevkarî û danûstandinên aborî û zanistî yên Îranê bi cîhanê re geş û berfireh bûn û bi milyardan dular xebitandina sermayê li pişkên curbicur bi taybet ji aliyê îraniyên rûniştiyê derve cih hat.
Serokê Komara Îsalmî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku rêketina navokî li gorî berjewendiyên Îran û cîhanê hat îmzekirin û got: Mentiqa Îranê neguheriye lê aliyekê bê mentiq ji rêketina navokî derketiye ku armanca wê zext û zora ser gelê Îranê ye.
Rûhanî her wiha got: Armanca Emerîkayê ji boykotê, zexta ser jiyana gelê Îranê ye, lê ev welata îdia dike ku dixweze zext û zorê bîne ser dewleta Îranê li halekê ku girtina pêşiya derkirrînên pêdivî yên mîna derman û hewldana ji bo girtina pêşiya derfirotina nifta Îranê, tê wateya zext û zora zêdetir ser gelê Îranê ye.
Serokê Komara Îsalmî ya Îranê bal kişand ser destkewtên pênc salan berî niha li warê berhemanîna benzîn û gaz û gazîolîê, berfirehkirina û baştirkirina xzimetên tndrusiyê û dermanî bo gel, geştyarî, tranzît, înternet û diyar kir: Zext û zora ser peywendiyên bankî û sîgorte û derfirotina nifta Îarnê, yanê zexta se dewam û geşatiya van serketinan û zext û komploya ku îro hatiye dîzaynkirin, zext û komploya li dijî geşatî û tenahiya gelê Îranê ye.
Hesen Rûhanî, serokê Komara Îsalmî ya Îranê bi taximeke pilebilind a siyasî û aborî û ser deweta fermî ya serokkomarê Swîsrayê berêvara duşemiyê derbasî nava vî welatî bû. Serokê Komara Îsalmî ya Îranê piştî Swîsrayê ji bo şêwirîna tev berpirsên Otrîşê dê derbasî Viyenê bibe.