NûçeRojhilatanavin

Ceribandina mûşekên balêstîk li meşqa Sipasê Pasdarên Inqilabê ya Iqtidarê Wilayetê

Di roja herî dawiyê ya manovra mûşekî ya Iqtidarê Wilayetê 1`ê, mûşekên balêstîk ên Qedir H û Qedir F`ê ber bi armancên ji pêş va kifşkirî li dûratiya 1400 kîlomêtrî hatin avêtinê.

Li gorî rapora nûçegihanê me, îro çarşemê qonaxa dawiyê ya manovra mûşekî ya Iqtidarê Wilayetê 1`ê bi durişma “ Nîşandan, iqtidar û ewlehiya mayinde bi saya tifaqê, hevdengî, hevdilî û hevzimanî“ û bi armanca nîşandayîna hêza pêşîlêgirtinê û amadebûna giştalî ya Komara Islamiya Îranê bo sekinîna li hemberî her cure gefa dijî Inqilabê, Nizama Îranê û yekperçetiya axa welêt li deverên curbicur ên Îranê destpê bûye, îro jî berdewam bû.

Li gorî vê raporê, îro du mûşekên balêstîk ên Qedir H û Qedir li bilindahiyên rojhilata çiyayê Elborzê ber bi armancên ji pêş va kifşkirî li perravên Mekranê hatin avêtin. Mûşekên Qedrê dikarin dûratiya 1400 kîlomêtrî bikin armanc.

Hêjayî gotinê ye ku ev mûşekana dikarin dûratiyeke seratir ji 1400 kîlomêtrî jî bikin armanc lê ji bo ku ew nekevin behrê, heta 1400 kîlomêtrî tên avêtinê. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu