Xweşrû: Zordariya ser welatan li dijî manîfesta Neteweyên Yekbûyî ye
Xulemelî Xweşrû, nûnerê dayimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, kiryarên neqanûnî yên yekalî li bikaranîna zorê ser welatan, li dijî manîfesta Neteweyên Yekbûyî da zanîn.
Li gorî rapora IRNA`yê, Xulamelî Xweşrû, roja duşemiyê li civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ser mijara Berpirsiyariya piştgiriya ji gel li hember jînosaydê, cinayeta cengê, paqijkirina rêgezî û cinayeta li dijî mirovahiyê, kiryarên neqanûnî yên yekalî li bikaranîna zoriyê li dijî welatan li dijî manîfesta Neteweyên Yekbûyî da zanîn û got: Bikaranîna zorê ji aliyê qawetan bi mehna mirovheziyê ku rewşê ji bo mudaxilên siyasî pêk tîne, qanûnî nîne.
Xweşrû her wiha diyar kir: Komara Îslamî ya Îranê ser vê bawerê ye ku civaka cîhanî divê li bara cinayetên zav ên navneteweyî hişyar be û nehêle ku tirs û xofa tevkujiyê li pêşerojê dubare bibe.
Nûnerê dayim ê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî her wiha got: Kes ji bîr nake ku çawa nebûna viyana siyasî û kiryara Konseya ewlehiyê li rawestana li ber cinayeta jînosaydê û destdirêjiya li du dehekên buhurî bûye sedema kuştin û awarebûna bi milyonan kesî.
Xweşrû bal kişand ser vê yekê ku berpirsiyariya ewilî li girtina pêşiya sûçên mezin li dijî xelkê ser milê welatan e û got: Endamên civaka navneteweyî ger welat bixwezin ji riya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dikarin bo cihanîna vê berpirsiyariyê alîkariya dewletan bikin.
Wî bal kişand ser vê yekê ku girtina pêşiya sûçên giran wek stratejiyeke demdirêj divê were berçavgirtin û diyar kir: Nabe ev mijara tenê kiryarên bi dijminatî bigre ber xwe.