Di encama rabûna lehiyê ji ber baranên demsalê li başûrê Hindûstanê de, 11 kes canê xwe ji dest dan.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xin Hua`yê, Rayedarên Hindûstanê, roja duşemiyê ragihandin: Ev 11 kesane li navçeyên Calicut (Kalîkot), Malappuram (Malaporam) û Kollam`ê (Kolam) li eyaleta Keralay`ê (Kêrala) li başûrê Hindûstanê, canê xwe ji dest dane.
Barana giran li 24 saetên buhurî, derbe li binavahê, tranzîta li cadeyan û rêya hesin a eyaleta Keralayê dane.
Saziya Hewanasiya Hindûstanê jî li ser dewama barîna baranê û lehiyê li 48 saetên dahatî li eyaleta Kêralayê hişyarî daye.