CîhanEwropaNûçe

Hilweşandina bircên nobedarîyê li sînorê her du Koreyan destpê bû

Wezareta Berevanîyê ya Koreya Başûr ragihand ku hilweşandina bircên nobedarîyê li sînorê her du Koreyan destpê bû.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Yonhopê, Koreyên Başûr û Bakur di çarçova opêrasyoneke hevpar a bi merema hilweşandina herîkêm 20 rawestgehên sînorî da, hêzên xwe şandin ser sînorê hevpar.

Her du Koreyan ev pêngava bi dû razîbûna NY derheq rakirina navendên leşkerî li sînorê hevpar ê her du welatan rakirin.

Dema ku Serokomarê Koreya Başûr Moon Jae In di meha Îlonê da seredana Koreya Bakur kir, her du welatan rêketinameyek ji bo kutakirina şêrr wajo kirin.

Her du Koreyan piştî rakirina berbendên leşkerî, paqijkirina sînorê hevpar ji mîn û çekan destpê kirine.

Başa dön tuşu