CîhanNûçeRojhilatanavin

Komeka sîxuriyê ya bi serokatiya sîyonîstekî li Tûnisê hate keşfkirin

Berpirsekî berê yê ewlehiya Tûnisê ji çalakiya koma sîxurî û qaçaxa zarokan û madeyên narkotîk a bi serokatiya sîyonîstekî li vî welatî agahî da.

Li gorî nivîsara rojnama El Quds El Erebî, Heykel Dexîl, serokê berê yê lêkolînên taybet a ser bi dayira Zîndanên Tûnisê, bi şandina nameyekê bo Yûsiv El Şahid, serokwezîrê Tûnisê aşkera kir ku hejmarek bazirgan û berpirsên ewlehiyê, ketin ber êrişên vê koma bi serokatiya sîyonîstekî ser navê Îlan Lavî El Rekah.

Heykel Dexîl li nameya xwe nivîsiye: Ev koma li dû berbelavkirina madeyên narkotîk di nava zengîn, bazirgan û hin berpirsên ewlehiyê de bûye û bi şêwazên curbicur ji wan berdêl û agahiyan werdigirtin.

Li gorî gotina Dexîl, ev koma bi dayîna bertîl û sozan bo Adil Şoşan, birêvebirê giştî yê ewlehiya giştî û Reşad El Teyib, birêvebirê giştî yê ewlehiya netewî û zextanîna ser rayedarên din ên ewlehiyê, dosyeya xwe ji sîxurekî bixeter, guheriye mijareka cezayî.

Başa dön tuşu