IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina firokexaneya Til Eferê; Zengila xetera li ser DAIŞ`ê

Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî li opêrasiyona rizgarkirina Mûsilê serketineke stratijîk bi dest xistin û karîn ku firokexaneya leşkerî ya bajarê tirkmennişîn a Til Eferê ji destê DAIŞ`iyan rizgar bikin.

Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi heşdê Şeibî li opêrasiyoineke serketî firokexaneya leşkerî ya bajarê Til Eferê li rojavaya koma têrorîst a DAIŞ`ê azad kirin. Cefer Hisênî berdevkê yek ji komên seferberiya gelanî yên Iraqê (Ketaêb Hizbullah) ji ajansa nûçeyan a Reuters`ê ra got: Çeteyên DAIŞ`ê ji firokexaneya Til ERferê derketin û ber bi bajarê Til Eferê va paşda kişiyan.

Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê li vê opêrasiyonê gundên Telal Remec û Til Şiyanê li nêzikî vê firokexaneyê û gundê Telal Subanê li rojhilata bajarê Til Eferê jî ji bin kontrola koma têrorîst a DAIŞ`ê azad kirin.

Serketina hêzên seferberiya gelanî li şerê rizgarkirina firokexaneya Til Eferê destpêkek ji bo azadkirina vî bajarê stratijîk û girîng û peywendîderê nava têrorîstên DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê ye. Rola hêzên seferberiya gelanî li azadkirina Til Eferê girîng û stratijîk e û ji be rviya hestiyariya siyasî li vî warî da heye.

Hinek ji welatên xwedîrol ên navçeyî ji wan Tirkiye hevrê digel Amerîklayê li dijî hebûna rola hêzên seferberiya gelanî li opêrasiyona rizgarkirina Mûsilê ne û mijar û meseleyên navçeyî kiryarên hêzên seferberiya gelanî xistine bin çavdêriyê. Berî viya Tirkiyê hişiyarî dabû ku heke hêzên seferberiya gelanî têkevin bajarê Til Eferê dê bertekla pêwîst pêk bîne; helwêsta ku destwerdana li akrên navxweyî yên Iraqê  û dijminatiya digel Heşdê Şeibî ye ku li bereya herî pêşîn a şêrr da ye.

Hizûra berfireh a DAIŞ`iyan li bajarê Til Eferê ev bajara stratuijîk bû cûrekê kiriye navendeke leşkerî. Serketina li bajarê girîng ê Til Eferê wê hêza biryardanê ji DAIŞ`ê li Mûsilê bigire û di rewşeke viha da parastina Til Eferê xala misogerkirina dewama hizûra DAIŞ`ê li Mûsilê ye. Ev bajar riya hawargihaniya DAIŞ`ê gihîştina çek û hêzan bo DAIŞ`ê ji aliyê Sûriyê ji bo vê koma têrorîst e.

Mewqiya stratijîk a bajarê Til Eferê ji bo DAIŞ`ê  bûye sebeb ku hemî alî bala xwe bidin servî bajarî û liv û tevgerên Heşdê Şeibî zêdetir ji berê va werin şopandin. Eva di rewşekê da ye ku Heşdê Şeibî hêzeke bipergal û di bin fermandetiya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê da ye. Rola Heşdê Şeibî li eşrê dijî DAIŞÛ`ê roleke bingehîn e û azadkirina firokexaneya Til Eferê ji destê DAIŞ`ê pêdiviya pêkanîna vê rolê li seranserî bajarê Til Eferê ye.

Hêzên sefeberiya gelanî di riya azadkirina navçeyên cûrbicûr li Mûsilê kiryarên însanî û hawargihaniya gel ji qewm û etnîkên cûrbicûr wek xaleke exlaqî xistine rojeva xwe. Tawanabrkirina hêzên seferberiya gelanî bi sûcê firqeşopiyê ji ber rola stratijîk a vê hêza gelanî li şerê dijî DAIŞ`ê ye. Bi nêrîna Heşdê Şeibî sune, şîe, kurd û tirkmen ti ferqa wan tine û berjewnediyên neteweyî bingeha biryardana hêzên gelanî ye.

Hêzên seferberiya gelanî (Heşdê Şeibî) sala 2014`an piştî dagirkirina Mûsilê ji aliyê çeteyên Koma têrorîst a DAIŞ`ê li ser daxwaza ayetullah Sîstanî merceyê qedrgiran ê şîeyên Iraqê û bi armanca têkoşîna li hemberî DAIŞ`ê pêk hat û niha di bin çavdêiya fermandetiya giştî ya hêzên çekdar ên vî welatî da ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu