Liv û tevgerên terorîstan li Idlibê li dijî alîgirên aşitiya tev dewleta Sûriyê didomin
Koma terorîst a Tehrîr ul Şamê li rojavaya parêzgeha Idlibê li dû îdamkirina van kesan e ku alîgirê aşitiya bi dewleta Şamê re ne.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya Fars News`ê, çavkaniyên herêmîji malpera nûçan a El-Helê re gotin: Terorîstên Tehrîr Şamê, cûxeyên îdamê li meydanên sereke yên bajarê Haremê li rojava parêzgeha Idlibê pêk anîn û biryar e kesên ku daxwaza aşitiya bi hikûmeta Sûriyê re dikin werin îdamkirin.
Tehrîr Şam tev hevaledniya El-Cebhe El-Weteniye El-Tehrîr li parêzgeha Idlibê bi mehna hewldana kesên sivîl bo aşitiya bi dewleta Sûriyê re dest bi şopandina û desteserkirina wan dikin.
Ji aliyê din ve malpera nûçan a neyar a Inebê raghand: Kesên nenas du fermandên koma terorîstî ya El-Cebhe El-Weteniye El-Tehrîr bi navên Ebû Wasif El-Eskerî û Ebû Marya Îdarî li Rîfa Idlibê teror kirine.
Her wiha trimbêleke bombekirî li nêzîkî meqera El-Cebhe El-Weteniye El-Tehrîr li derdora bajarêî Erîhayê teqî ku li encama wê du terorîst hatin kuştin an birîndar bûn.
Heya niha tu komekê berpirsiyariya vê terorê negirtiye istûyê xwe lê vê dawiyê navendên ser bi DAIŞ`ê li Idlibê û kuştina hejmarek ji serkirdeyên terorîstî girtine istûyê xwe.
Niha li parêzgeha Idlibê, hejmareke zêde ji endamên komên terorîstî hene û artêşa Sûriyê dixweze ku vê parêzgehê ji lepên terorîsan paqij bike.
Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yên ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên navçê ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bûye.